DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Şirnexê 5 kes hatin binçavkirin

27 Îlon
14:19 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Li bajaroka Dêrgula Şirnexê serê sibê di serdegirtina malan de 5 welatî hatin binçavkirin.

Li taxa bajaroka Dêrgula Şirnexê serê sibê leşkeran bi ser malan de girt û welatiyên bi navê Reşît Benzer, Abdûrrahman Sevîn, Medîne Taşar û 2 welatiyên navên wan nehatin zanîn xistin bin çavan.


Hinceta binçavkirina her 5 welatiyan nehat zanîn û hat hînbûn ku 5 welatî li Qereqola Cendermeyan a Îkîzce tê ragirtin.

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN