Li Şirnexê 5 kes hatin binçavkirin 2016-09-27 14:19:52 ŞIRNEX (DÎHA) - Li bajaroka Dêrgula Şirnexê serê sibê di serdegirtina malan de 5 welatî hatin binçavkirin. Li taxa bajaroka Dêrgula Şirnexê serê sibê leşkeran bi ser malan de girt û welatiyên bi navê Reşît Benzer, Abdûrrahman Sevîn, Medîne Taşar û 2 welatiyên navên wan nehatin zanîn xistin bin çavan. Hinceta binçavkirina her 5 welatiyan nehat zanîn û hat hînbûn ku 5 welatî li Qereqola Cendermeyan a Îkîzce tê ragirtin. (kom/no)