DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hevşaredarê Hezexê Aslan hat girtin

 
25 Îlon
22:47 2016


ŞIRNEX (DÎHA)
- Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan ku beriya 5 rojan hatibû binçavkirin, hat girtin.

Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan ku di 21'ê mehê de hatibû binçavkirin piştî 5 rojan ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wî hat wergirtin û dozgeriyê bi daxwaza girtinê Aslan sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi hinceta, "endamê rêxistinê ye" biryara girtina Aslan da.

Hate hînbûn ku Aslan birine Girtîgeta Tîpa M a Midyadê.

(no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN