Hevşaredarê Hezexê Aslan hat girtin 2016-09-25 22:47:32 ŞIRNEX (DÎHA) - Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan ku beriya 5 rojan hatibû binçavkirin, hat girtin. Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan ku di 21'ê mehê de hatibû binçavkirin piştî 5 rojan ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wî hat wergirtin û dozgeriyê bi daxwaza girtinê Aslan sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi hinceta, "endamê rêxistinê ye" biryara girtina Aslan da. Hate hînbûn ku Aslan birine Girtîgeta Tîpa M a Midyadê. (no)