Polîsan bi ser mala Hevşaredarê Hezexê de girt
ŞIRNEX (DÎHA) - Polîsan bi ser mala Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan de girtin û li malê lêgerînê dikin.
Piştî desteserkirina Şaredariya Hezexê niha jî polîsan bi ser mala Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan ê ku duh ji peywirê hatibû dûrxistin de girtin û li malê lêgerîn dane destpêkirin. Polîsên ku li malê lêgerînê dikin dest danîn ser telefon û kompîtira Aslan.
Li malê hêj lêgerîn berdewam dike.
(kom/no/mae)