Polîsan bi ser mala Hevşaredarê Hezexê de girt 2016-09-21 13:11:46 ŞIRNEX (DÎHA) - Polîsan bi ser mala Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan de girtin û li malê lêgerînê dikin. Piştî desteserkirina Şaredariya Hezexê niha jî polîsan bi ser mala Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan ê ku duh ji peywirê hatibû dûrxistin de girtin û li malê lêgerîn dane destpêkirin. Polîsên ku li malê lêgerînê dikin dest danîn ser telefon û kompîtira Aslan. Li malê hêj lêgerîn berdewam dike. (kom/no/mae)