DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Şaredariya Hezexê jî hat desteserkirin

 
21 Îlon
11:31 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Piştî duh hevşaredarên Hezex ji peywirê hatin dûrxistin, qeyûm tayînî şaredariya Hezexê kirin.

Piştî ku duh Hevşaredarên Hezexê Mehmet Muhdî Aslan û Nevîn Girasun ku girtiye ji peywirê hatin dûrxistin, îro qeymeqamê Hexezê Ersîn Tepelî wekî qeyûm hat tayînkirin. Serê sibê gelek wesayîtên zirxî û polîsan derdora şaredariyê dorpêç kirin û piştre qeymeqam hat şaredariyê û ji karkerên şaredariyê re got: "Ez wekî qeyûm htime tayînkirin."

Nivîsa ku qeymeqam wekî qeyûm hatiye tayînkirin ji Gerînendeya Karên Nivîsê ya Şaredariyê re jî hatiye şandin.

(kom/no/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN