Şaredariya Hezexê jî hat desteserkirin 2016-09-21 11:31:51 ŞIRNEX (DÎHA) - Piştî duh hevşaredarên Hezex ji peywirê hatin dûrxistin, qeyûm tayînî şaredariya Hezexê kirin. Piştî ku duh Hevşaredarên Hezexê Mehmet Muhdî Aslan û Nevîn Girasun ku girtiye ji peywirê hatin dûrxistin, îro qeymeqamê Hexezê Ersîn Tepelî wekî qeyûm hat tayînkirin. Serê sibê gelek wesayîtên zirxî û polîsan derdora şaredariyê dorpêç kirin û piştre qeymeqam hat şaredariyê û ji karkerên şaredariyê re got: "Ez wekî qeyûm htime tayînkirin." Nivîsa ku qeymeqam wekî qeyûm hatiye tayînkirin ji Gerînendeya Karên Nivîsê ya Şaredariyê re jî hatiye şandin. (kom/no/mae)