DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Rûbarokê çalakiya hemwext

20 Îlon
18:59 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Li bajaroka Rûbarokê ya Şemzînanê gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî baragehên leşkerî çalakî li dar xistin û pevçûn derket.

Li bajaroka Rûbarokê ya Şemzînana Colemêrgê gerîlayên HPG û YJA-Starê danê êvarê li dijî baragehên leşkerî bi çekên giran û hevenan çalakiyên hemwext pêk anî. Piştî çalakiya li dijî Boluga Hudutê ya Umurlu, Gedikli û Qamişliyê pevçûn derketin. Der barê birîndar bû miriyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.
Hat zanîn pevçûn hêj berdewam dikin û herêm ji aliyê helîkopteran ve tê bombebarna kirin.

(kom/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN