Li Rûbarokê çalakiya hemwext 2016-09-20 18:59:31 COLEMÊRG (DÎHA) – Li bajaroka Rûbarokê ya Şemzînanê gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî baragehên leşkerî çalakî li dar xistin û pevçûn derket. Li bajaroka Rûbarokê ya Şemzînana Colemêrgê gerîlayên HPG û YJA-Starê danê êvarê li dijî baragehên leşkerî bi çekên giran û hevenan çalakiyên hemwext pêk anî. Piştî çalakiya li dijî Boluga Hudutê ya Umurlu, Gedikli û Qamişliyê pevçûn derketin. Der barê birîndar bû miriyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Hat zanîn pevçûn hêj berdewam dikin û herêm ji aliyê helîkopteran ve tê bombebarna kirin. (kom/ms)