Nêzî midûriyeta polîsan teqîn
WAN (DÎHA) – Li nêzî midûriyeta polîsan a Navçeya Rêya Armûşê 3 teqîn pêk hatin.
Li taxa Serhatê ya navçeya Rêya Armûşê li nêzî Midûriyeta Polîsan a navçeyê 3 teqîn pêk hatin. Piştî teqîna ewil şer derket û piştî 2 teqînên din pevçûn bi dawî bû. Piştî teqînê gelek polîs û maşîneyên zirxî sewqî herêmê hatin kirin. Hat diyarkirin ku li navçeya Sixkê jî şer derket.
(mae)