Nêzî midûriyeta polîsan teqîn 2016-09-19 22:18:26 WAN (DÎHA) – Li nêzî midûriyeta polîsan a Navçeya Rêya Armûşê 3 teqîn pêk hatin. Li taxa Serhatê ya navçeya Rêya Armûşê li nêzî Midûriyeta Polîsan a navçeyê 3 teqîn pêk hatin. Piştî teqîna ewil şer derket û piştî 2 teqînên din pevçûn bi dawî bû. Piştî teqînê gelek polîs û maşîneyên zirxî sewqî herêmê hatin kirin. Hat diyarkirin ku li navçeya Sixkê jî şer derket. (mae)