DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Tîmên taybet bi ser navenda tenduristiyê de girtin

19 Îlon
13:57 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Bi desteserkirina Şaredariya Cizîrê re polîsan bi ser Navenda Tendurustiya Gel a Bîşeng de girtin.

Derket holê ku pîştî destserkirina Şaredariya Cizîrê rojekê tîmên taybet bi ser Navenda Tendirustiya Gel a Bîşengê de girtine û dest danîne ser 5 kompîtirên rêveberiyê û bijîşkan.

Di dema serdegirtinê de ji ber ku nobedarê saziyê mifte nedaye polîsan, deriyê jêrzemînê û yê ketina avahiyê hatine şikandin.
Nobedarê navendê Abdûllah Kocabay diyar kir ku bi dehan polîs û tîmên taybet derdora navendê bi wesayîtên zirxî dorpêş kirine û nêzî 4 seatan di hundir de lêgerîn kirine.

Navenda Bîşengê di sala 2011’an de hatiye avakirin û beriya niha jî hêzên dewletê 2 caran bi ser navendê de girtibûn.

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN