Tîmên taybet bi ser navenda tenduristiyê de girtin 2016-09-19 13:57:38 ŞIRNEX (DÎHA) - Bi desteserkirina Şaredariya Cizîrê re polîsan bi ser Navenda Tendurustiya Gel a Bîşeng de girtin. Derket holê ku pîştî destserkirina Şaredariya Cizîrê rojekê tîmên taybet bi ser Navenda Tendirustiya Gel a Bîşengê de girtine û dest danîne ser 5 kompîtirên rêveberiyê û bijîşkan. Di dema serdegirtinê de ji ber ku nobedarê saziyê mifte nedaye polîsan, deriyê jêrzemînê û yê ketina avahiyê hatine şikandin. Nobedarê navendê Abdûllah Kocabay diyar kir ku bi dehan polîs û tîmên taybet derdora navendê bi wesayîtên zirxî dorpêş kirine û nêzî 4 seatan di hundir de lêgerîn kirine. Navenda Bîşengê di sala 2011’an de hatiye avakirin û beriya niha jî hêzên dewletê 2 caran bi ser navendê de girtibûn. (kom/no)