Leşkerê birîndar bûbû mir
COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeya Şemzînanê Çawîşê Pispor Mehmet Îlker Şahîn duh birindar bûbû mir.
Duh li navçeya Şemzînanê leşkerên derketibûn operasyonê rastî êrîşa gerîllayên HPG'ê hatin. Di şer de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn û 4 leşker jî birîndar bûbûn. Çawişê Pispor Mehmet İlker Şahin ku duh bi giranî birindar bûbû û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê mir.
Şevê din cenazeyê Çawîşê Pispor Sacit Olcay Kabaklioglu şandin Zonguldak), Çawişê Pispor Huseyin Efe şandin Çankiri û cenazeyê Çawîşê Pispor Hakkı Dogan jî şandin Stenbolê.
(mae)