Leşkerê birîndar bûbû mir 2016-09-18 12:32:02 COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeya Şemzînanê Çawîşê Pispor Mehmet Îlker Şahîn duh birindar bûbû mir. Duh li navçeya Şemzînanê leşkerên derketibûn operasyonê rastî êrîşa gerîllayên HPG'ê hatin. Di şer de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn û 4 leşker jî birîndar bûbûn. Çawişê Pispor Mehmet İlker Şahin ku duh bi giranî birindar bûbû û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê mir. Şevê din cenazeyê Çawîşê Pispor Sacit Olcay Kabaklioglu şandin Zonguldak), Çawişê Pispor Huseyin Efe şandin Çankiri û cenazeyê Çawîşê Pispor Hakkı Dogan jî şandin Stenbolê. (mae)