DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bo malbatên xwendevanan bang: Li mamosteyên xwe xwedî derkevin

 
17 Îlon
16:49 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê têkildarî peywirgirtina mamosteyan daxuyaniyek da û bang li tevahî malbatên xwendevanan kir. Platformê xwest herkes li mamosteyan xwedî derkeve.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê li avahiya Şaxa Kesk'ê ye Mêrdînê têkildarî dûrxistina kar a mamosteyan daxuyaniyek da çapemeniyê.

Serokê Egîtîm Sên ê Mêrdînê Hamdullah Yildirim dazanîn ku biryara Hikûmetê ne li gorî hiqûqê ye û xwest ji vê biryara şaş şûnve gav bê avêtin.

Yildirim dazanîn ku di 19'ê îlonê de ewê dibistan bên vekirin û bang li malbatên xwendevanan kir û xwest piştgiriyê bidin mamosteyan.

Li gorî agahiyên ku Yildirim dan çalakiyên bên lidarxistin wiha ne:


* Ji 17'ê îlonê û şûnve her roj saet di navbera 14:00-18: 00'an de li avahiya sendîqayê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.

* Di 19'ê îlonê de ewê li ber Dibistanên ku mamosteyên wan ji kar hatine dûrxistin çalakî pêk bên.

* Di 21'ê îlonê roja çarşemê ewê mamoste daxwaznameyên îtîrazê bidin rêveberiya dibistanan.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN