Bo malbatên xwendevanan bang: Li mamosteyên xwe xwedî derkevin 2016-09-17 16:49:47 MÊRDÎN (DÎHA) - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê têkildarî peywirgirtina mamosteyan daxuyaniyek da û bang li tevahî malbatên xwendevanan kir. Platformê xwest herkes li mamosteyan xwedî derkeve. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê li avahiya Şaxa Kesk'ê ye Mêrdînê têkildarî dûrxistina kar a mamosteyan daxuyaniyek da çapemeniyê. Serokê Egîtîm Sên ê Mêrdînê Hamdullah Yildirim dazanîn ku biryara Hikûmetê ne li gorî hiqûqê ye û xwest ji vê biryara şaş şûnve gav bê avêtin. Yildirim dazanîn ku di 19'ê îlonê de ewê dibistan bên vekirin û bang li malbatên xwendevanan kir û xwest piştgiriyê bidin mamosteyan. Li gorî agahiyên ku Yildirim dan çalakiyên bên lidarxistin wiha ne: * Ji 17'ê îlonê û şûnve her roj saet di navbera 14:00-18: 00'an de li avahiya sendîqayê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. * Di 19'ê îlonê de ewê li ber Dibistanên ku mamosteyên wan ji kar hatine dûrxistin çalakî pêk bên. * Di 21'ê îlonê roja çarşemê ewê mamoste daxwaznameyên îtîrazê bidin rêveberiya dibistanan. (ot)