DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Girtiyan piştgirî da bajarên xwerêveberiyê

 
17 Îlon
14:05 2016

AMED (DÎHA) - Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Tokatê ji bo piştevaniya bajarên xwerêveberiyê ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xerakirin, hezar û 500 TL pere berhev kirin.

Her ku diçe piştgiriya ji bo bajar û navçeyên xwerêveberiyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xerakirin, mezin dibe. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kuristan û Tirkiyê jî kampanya piştgiriya ji bo van bajaran destek dikin û piştgiriya pereyan berhev dikin. Her dawî girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa T a Tokatê li qawîşan di serî de ji bo Nisêbîn, Şirnex, Gever, Cizîrê û gelek bajarên din pere berhev kirin. Girtiyan hezar û 500 TL pereyê kom kirin bi rêya malbata radestî Komela Rojava ya Amedê kirin.

(bg/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN