Girtiyan piştgirî da bajarên xwerêveberiyê 2016-09-17 14:05:47 AMED (DÎHA) - Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Tokatê ji bo piştevaniya bajarên xwerêveberiyê ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xerakirin, hezar û 500 TL pere berhev kirin. Her ku diçe piştgiriya ji bo bajar û navçeyên xwerêveberiyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xerakirin, mezin dibe. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kuristan û Tirkiyê jî kampanya piştgiriya ji bo van bajaran destek dikin û piştgiriya pereyan berhev dikin. Her dawî girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa T a Tokatê li qawîşan di serî de ji bo Nisêbîn, Şirnex, Gever, Cizîrê û gelek bajarên din pere berhev kirin. Girtiyan hezar û 500 TL pereyê kom kirin bi rêya malbata radestî Komela Rojava ya Amedê kirin. (bg/mae)