Waliyê Tokatê piştî girtina HDP'iyan hemû çalakiyan qedexe kir
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Waliyê Tokatê heman piştî 12 HDP'iyên ku di nav de Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alp Altinors jî heye li gorî biryarên rewşa OHAL'ê hemû daxuyanî, belavkirina belavokan û mîtîngên li nav bajêr qedexe kir.
Piştî girtina Cîgirê Hevserokê HDP'ê Alp Altinors û 11 kesên HDP'yî, Waliyê Tokatê tevahî çalakiyên wekî; daxuyanî, meş, belavkirina belovakan û mîtîng qedexe kir.
Waliyê Tokatê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di navbera 16-18'ê Îlonê de de daxuyanî, meş, belavkirina belovakan û mîtîng hatine qedexekirin.
(ot)