Waliyê Tokatê piştî girtina HDP'iyan hemû çalakiyan qedexe kir 2016-09-16 16:31:19 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Waliyê Tokatê heman piştî 12 HDP'iyên ku di nav de Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alp Altinors jî heye li gorî biryarên rewşa OHAL'ê hemû daxuyanî, belavkirina belavokan û mîtîngên li nav bajêr qedexe kir. Piştî girtina Cîgirê Hevserokê HDP'ê Alp Altinors û 11 kesên HDP'yî, Waliyê Tokatê tevahî çalakiyên wekî; daxuyanî, meş, belavkirina belovakan û mîtîng qedexe kir. Waliyê Tokatê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di navbera 16-18'ê Îlonê de de daxuyanî, meş, belavkirina belovakan û mîtîng hatine qedexekirin. (ot)