DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîsan di serdegirtina malan de 3 kes binçav kirin

16 Îlon
12:46 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Li navenda Şemzînan û gundê Şapatanê ku qedexeya derketina kolanan didome polîsan di serdegirtina malan de 3 kes binçav kirin.

Li gundê Şapatan a qedexeya derketina kolanan 2 roj in berdewam dike û navenda navçeya Şemzînana Colemêrgê tîmên taybet di ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de welatî Halis Bay, Ferik Tekin û Erhan Yalin binçav kirin û birin midûriyeta polîsan. Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn.

Tê gotin ku dibe hêjmara kesên binçavkirî zêdetir be.

(kom/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN