Polîsan di serdegirtina malan de 3 kes binçav kirin 2016-09-16 12:46:43 COLEMÊRG (DÎHA) – Li navenda Şemzînan û gundê Şapatanê ku qedexeya derketina kolanan didome polîsan di serdegirtina malan de 3 kes binçav kirin. Li gundê Şapatan a qedexeya derketina kolanan 2 roj in berdewam dike û navenda navçeya Şemzînana Colemêrgê tîmên taybet di ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de welatî Halis Bay, Ferik Tekin û Erhan Yalin binçav kirin û birin midûriyeta polîsan. Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn. Tê gotin ku dibe hêjmara kesên binçavkirî zêdetir be. (kom/mae)