Li dijî Qereqola Cendermeyan a Qoserê êrîşa bi roket
MÊRDÎN (DÎHA) - Li dijî Qereqola Cendermeyan a navçeya Qoser a Mêrdînê êrîşa bi roket pêk hat.
Qereqola Cendermeyan a navçeya Qoser a Mêrdînê di saetên êvarî de rastî êrîşa bi roket hat. Hate diyar kirin ku roket li blokên betonê yê li nezî kulubeya nobetê ketiye. Der barê mirî û birîndaran de agahî nihatin dayîn.
Li cihê êrîş pêk hat demekê dengê çekan bilind bû.
(ot)