Li dijî Qereqola Cendermeyan a Qoserê êrîşa bi roket 2016-09-16 10:19:00 MÊRDÎN (DÎHA) - Li dijî Qereqola Cendermeyan a navçeya Qoser a Mêrdînê êrîşa bi roket pêk hat. Qereqola Cendermeyan a navçeya Qoser a Mêrdînê di saetên êvarî de rastî êrîşa bi roket hat. Hate diyar kirin ku roket li blokên betonê yê li nezî kulubeya nobetê ketiye. Der barê mirî û birîndaran de agahî nihatin dayîn. Li cihê êrîş pêk hat demekê dengê çekan bilind bû. (ot)