DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dengê nivîskar Necmiye Alpay qut kirin

15 Îlon
09:21 2016

STENBOL (DÎHA) - Deng û nivîsên zimanzan, nivîskar û Endama Lijneya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay hat birîn. Name û nivîsên Alpay hat desteserkirin.

Zextên li ser nivîskarên rojnameya Ozgur Gundemê berdewam dikin. Endama Lijneya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay hat birîn. Name û nivîsên Alpay hat desteserkirin. Nivîsên ku Alpay dabû parêzerên xwe û xwestibû bi raya giştî re bê parvekirin hatin desteserkirin. Li aliyê din nameyên ku ji girtîgeha Tîpa F-1 a Kandira girtiyan ji Alpay re şandine bi hinceta Vakfa Ensar û KAİM-DER li ser tespît kirine ser wan hatiye reşkirin. Dîsa nameya Remzi Uçucu ku ji dayika xwe Hayal Uçucu re şandiye bi hinceta gotina elewîtî hat sansurkirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN