Dengê nivîskar Necmiye Alpay qut kirin 2016-09-15 09:21:07 STENBOL (DÎHA) - Deng û nivîsên zimanzan, nivîskar û Endama Lijneya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay hat birîn. Name û nivîsên Alpay hat desteserkirin. Zextên li ser nivîskarên rojnameya Ozgur Gundemê berdewam dikin. Endama Lijneya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay hat birîn. Name û nivîsên Alpay hat desteserkirin. Nivîsên ku Alpay dabû parêzerên xwe û xwestibû bi raya giştî re bê parvekirin hatin desteserkirin. Li aliyê din nameyên ku ji girtîgeha Tîpa F-1 a Kandira girtiyan ji Alpay re şandine bi hinceta Vakfa Ensar û KAİM-DER li ser tespît kirine ser wan hatiye reşkirin. Dîsa nameya Remzi Uçucu ku ji dayika xwe Hayal Uçucu re şandiye bi hinceta gotina elewîtî hat sansurkirin. (mae)