Li Antalya yê jinek hat qetilkirin
ANTALYA (DÎHA) - Li navçeya Kemer a Antalya yê jina bi navê Fatma Alp bi guleya çiftê hat qetilkirin.
Li taxa Kîrîş a navçeya Antalya yê welatiyê bi navê Turan Erîşgîn hevala xwe ya berê Fatma Alp bi guleya çifteyê kuşt û paşê întîxar kir.
Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê ligel mudaxaleyan jî nekarîn Alp rizgarbikin. Erîşgînê pêşî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kemerê û paşê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Antalyayê kirin jî ligel mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.
(ot)