Li Antalya yê jinek hat qetilkirin 2016-09-14 13:46:35 ANTALYA (DÎHA) - Li navçeya Kemer a Antalya yê jina bi navê Fatma Alp bi guleya çiftê hat qetilkirin. Li taxa Kîrîş a navçeya Antalya yê welatiyê bi navê Turan Erîşgîn hevala xwe ya berê Fatma Alp bi guleya çifteyê kuşt û paşê întîxar kir. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê ligel mudaxaleyan jî nekarîn Alp rizgarbikin. Erîşgînê pêşî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kemerê û paşê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Antalyayê kirin jî ligel mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. (ot)