DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Colemêrgê 5 kes hatin binçavkirin

 
14 Îlon
12:37 2016


COLEMÊRG (DÎHA)
- Li Colemêrgê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin.

Li taxên Bîçer û Baglar ên Colemêrgê polîsan serî sibehê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de keyayê taxa Baglar Ramazan Ozer, Îslam Dayan, Şaban Dayan û Orhan Demîr û xebatkarê Şaredariya Colemêrgê Ahmet Atak hatin binçavkirin.

Hate hînbûn ku di serdegirtinan de weneyên li diwaran daliqandî jî hatine desteserkirin. 5 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Midûriyeta Polîsan a Bajar.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN