Li Colemêrgê 5 kes hatin binçavkirin 2016-09-14 12:37:15 COLEMÊRG (DÎHA) - Li Colemêrgê di serdegirtinên malan de 5 kes hatin binçavkirin. Li taxên Bîçer û Baglar ên Colemêrgê polîsan serî sibehê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de keyayê taxa Baglar Ramazan Ozer, Îslam Dayan, Şaban Dayan û Orhan Demîr û xebatkarê Şaredariya Colemêrgê Ahmet Atak hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku di serdegirtinan de weneyên li diwaran daliqandî jî hatine desteserkirin. 5 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Midûriyeta Polîsan a Bajar. (sa)