DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Nûçegîhana DÎHA Demir hat berdan

13 Îlon
23:01 2016

AMED (DÎHA) - Nûçegîhana Ajansa me DÎHA'yê Ruken Demir û nûçegîhana stajyer Rozerin Alagaş, dema çalakiya dengderxistinê dişopadin binçavkirin serbest hatin berdan.

Nûçegîhana ajansa me DÎHA Rûken Demîr û nûçegîhana Stajyer Rozerin Alagaş dema li navçeya Rezan a Amedê çalakiya dengderxistinê dişopandin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Demir û Alagaş dema hatin binçavkirin wênekêş û kamerayên wan hatin desteserkirin. Polîsan Demîr û Alagaş nêzî nîv saetê rawestandin û piştre binçavkirin û birin TEM'ê ya Amedê. Piştî lêpirsînê Demîr û Alagaş serbest hatin berdan.


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN