Nûçegîhana DÎHA Demir hat berdan 2016-09-13 23:01:30 AMED (DÎHA) - Nûçegîhana Ajansa me DÎHA'yê Ruken Demir û nûçegîhana stajyer Rozerin Alagaş, dema çalakiya dengderxistinê dişopadin binçavkirin serbest hatin berdan. Nûçegîhana ajansa me DÎHA Rûken Demîr û nûçegîhana Stajyer Rozerin Alagaş dema li navçeya Rezan a Amedê çalakiya dengderxistinê dişopandin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Demir û Alagaş dema hatin binçavkirin wênekêş û kamerayên wan hatin desteserkirin. Polîsan Demîr û Alagaş nêzî nîv saetê rawestandin û piştre binçavkirin û birin TEM'ê ya Amedê. Piştî lêpirsînê Demîr û Alagaş serbest hatin berdan. (mae)