DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Polîsan wesayîtek gulebaran kirin

 
13 Îlon
11:46 2016

AGIRÎ (DÎHA) - Li navçeya Bazîdê polîsan wesayîtek bi hinceta ku li gorî hişyariya "raweste" tevnegeriyaye gulebaran kirin, ciwanê bi navê Caner Tayfur bi giranî hat birîndarkirin.

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê polîsan bi hinceta ku wesayîtek li gorî hişyariya "raweste" tevnegeriyaye gulebaran kirin. Di bûyera ku duh li derûdora Parka Ahmedê Xanê bi şev qewimî de ciwanê bi navê Caner Tayfur bi giranî birîndar bû.

Tayfur ê xetereya wî ya jiyanê heye li Nexweşxaneya Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê tê dermankirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN