Polîsan wesayîtek gulebaran kirin 2016-09-13 11:46:30 AGIRÎ (DÎHA) - Li navçeya Bazîdê polîsan wesayîtek bi hinceta ku li gorî hişyariya "raweste" tevnegeriyaye gulebaran kirin, ciwanê bi navê Caner Tayfur bi giranî hat birîndarkirin. Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê polîsan bi hinceta ku wesayîtek li gorî hişyariya "raweste" tevnegeriyaye gulebaran kirin. Di bûyera ku duh li derûdora Parka Ahmedê Xanê bi şev qewimî de ciwanê bi navê Caner Tayfur bi giranî birîndar bû. Tayfur ê xetereya wî ya jiyanê heye li Nexweşxaneya Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê tê dermankirin. (sa)