DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

YPG'ê mohra xwe li Mîhrîcana Venedîkê xist

 
11 Îlon
17:33 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Mîhrîcana 73'mîn a fîlman a her sal li bajarê Venedîk a Îtalya yê tê lidarxistin pêk hat û 3 şervanên YPG'ê li ser xaliçeya sor derbas bûn û mohra xwe li mîhrîcanê dan.

73'mîn Mîhrîcana fîlman a Venedîkê bi tevlîbûna gelek fîlmên biyanî pêk hat. 3 şervanên YPG'ê yên biyanî bi fîlma Our War 'Şerê me' tevlî mîhrîcana Fîlman bûn.

Fîlma bi navê 'Şerê me' çîroka 3 Şervanên YPG'ê yên bi navê Joshua Bell ê ji Amerîkayê, Aktivîst Karim Franceschi yê ji Îtalyayê û Rafael Kardarî yê ji Swedê dike mijar. Ji bo tevlîbûna fîlmê 3 şervanên YPG'ê çûn bajarê Venedikê û her sê şervan bihevre li ser xalîçeya sor meşiyan. 3 Şervanên YPG'ê bala hemû beşdarvanan kişandin ser xwe.


(ot)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN