YPG'ê mohra xwe li Mîhrîcana Venedîkê xist 2016-09-11 17:33:44 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Mîhrîcana 73'mîn a fîlman a her sal li bajarê Venedîk a Îtalya yê tê lidarxistin pêk hat û 3 şervanên YPG'ê li ser xaliçeya sor derbas bûn û mohra xwe li mîhrîcanê dan. 73'mîn Mîhrîcana fîlman a Venedîkê bi tevlîbûna gelek fîlmên biyanî pêk hat. 3 şervanên YPG'ê yên biyanî bi fîlma Our War 'Şerê me' tevlî mîhrîcana Fîlman bûn. Fîlma bi navê 'Şerê me' çîroka 3 Şervanên YPG'ê yên bi navê Joshua Bell ê ji Amerîkayê, Aktivîst Karim Franceschi yê ji Îtalyayê û Rafael Kardarî yê ji Swedê dike mijar. Ji bo tevlîbûna fîlmê 3 şervanên YPG'ê çûn bajarê Venedikê û her sê şervan bihevre li ser xalîçeya sor meşiyan. 3 Şervanên YPG'ê bala hemû beşdarvanan kişandin ser xwe. (ot)