Xebatkarên Azadiya Welat Çoban û Îlkan hatin girtin

9 Îlon
13:20
2016
MÊRSÎN (DÎHA) - Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan hatin girtin.
Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan ên ku di 7'ê îlonê de li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, piştî karên li muduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Çoban û Îlkan bi îdiayên "Endamê rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" ji dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Çoban û Îlkan bi heman hincet û îdiayan hatin girtin, û ew şandin girtîgehê.
(red)