Xebatkarên Azadiya Welat Çoban û Îlkan hatin girtin 2016-09-09 13:20:09 MÊRSÎN (DÎHA) - Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan hatin girtin. Xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan ên ku di 7'ê îlonê de li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, piştî karên li muduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Çoban û Îlkan bi îdiayên "Endamê rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" ji dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Çoban û Îlkan bi heman hincet û îdiayan hatin girtin, û ew şandin girtîgehê. (red)