DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

9 Îlon
08:57 2016

* Nivîskar Atîlla Dîrîm aşkera kir ku li dijî polîtîkayên tekparêz tenê kurd hene û piştrast kir ku heke karkerekî kurd bi benzînê bê

şewitandin, ev hişmendiyeke komkujiyê wêdetir tu tişte nîne.

* Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluke der barê nîqaşên "qayûma li ser şaredariyan" de axivî û destnîşan kir ku ev hewldana

derveyî hiqûqê tu hikmê xwe li gel wan tune.

* Parêzerên OHD’ê Ayşe Acanîklî û Ramazan Demîr piştî 5 mehan hatin berdan kiryarên OHAL’ê yên li girtîgehê vegotin. Demîr

anî ziman ku piştî îlan kirina OHAL’ê tu kes bê îşkence neanîne girtîgehê û got ku îşkenceyên ji salên 90’î li ser girtiyan dihat kirin,

îro jî heman pêkanîn di dewrê de ne.

* Li Cizîrê piştî qedexeya 14'ê kanûna 2015'an bi sedan welatî hatin binçavkirin û girtin. Niha jî malbatên girtiyan bi şebekeya ku

xwe weke dozger û parêzer nîşan didin rû bi rû ne. Ev şebekeya bi riya telefonê li gelek malbatên girtiyan digere û bi şertê berdana

zarokên wan pere dixwazin.

* Welatiyên tên serdana Berxwedêrên Çalakiya Greva Birçîbûnê, di “Lênûska Nîşeyên ji bo Gravê” hest û girêdana xwe ya bi

Ocalan re dinivîsînin.

* Doza 7 zarokên ku di qedexeya 11'ê kanûna 2015'an de li Kerboranê hatibûn girtin li Midyadê hat dîtin û dadgehê li 4 zarokan 92

sal ceza birî. Malbat û parêzerên zarokan bertek nîşanî biryara dadgehê dan û diyar kirin ku ew dê der barê biryarê de itiraz bikin.

* Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagâ ya Hejmar 1, piştgirî dan çalakgerên Berxwedana Greva Birçîbûnê. Girtiyan diyar kirin ku

dikarin bi berxwedaneke bi biryar xwe bigihînin serkeftina azadiyê.

* Li navçeya Geverê 500 mal ji nû ve hatin avakirin ji bo xebatên înşayê leztir bibe bang hat kirin ku di Cejna Qurbanê de

qurbaniyên xwe ji bo gelê herêmê bibexşînin.

* Hikûmeta AKP'ê bi gef û zordariyê biryarên KHK'ê dest datîne ser şaredariyên HDP û DBP'ê. Li dijî vê pêşa gaspê bertekên gel

her ku diçe mezin dibe û aşkera dikin ku wan ev şaredarî bi dest xistiye dê teslîmê qayûmê nekin.

* Endamê Hîndekariya Zanîngeha Mêrsînê Alk. Dr. Mustafa Kalay bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û

çalakiya greva birçîbûnê ya li Amedê ji bo Ocalan hatiye destpê kirin, diyar kir ku israra di tecrîdê de dê gengeşiya di mijara kurd de

kûrtir bike.

* Piştî Cerablusê Tirkiye dixwaze li Babê jî "Nifteyê teslîm bigire." Hat diyarkirin di pêşengtiya Tirkiyeyê de li Îdlibê bi El Nusra,

DAIŞ û OSO'yê dê re hevkariyek bê kirin. Protokola Tirkiye bi çeteyan re dike, ji bo parastina xeta neqlê, bi dagirkeriya Cerablusê

re vê yekê bi parastina Reqa-Deriya Reş re heta El Babê berdewam bike.

* Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ji bo êrîşên li dijî wan pêk tên şermezar bikin, dê li ber Bloka C ya Edliyeya Bayrakli

daxuyanî bidin çapemeniyê (12.00) BI DÎMEN E

* Piştî hikûmetê diyar kir ku ew ê 11 hezar 285 kedkarên cemaweriyê ji peywîrê dûr bixin, Egîtîm Sena Îzmirê ji bo vê polîtîkaya

hikûmetê şermezar bike, dê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî bide. (15.00)

* "Nobeda Azadiyê" ya ji bo Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ozgur Gundemê Zana Kaya û Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya û

nivîskar Necmiye Alpay û Asli Erdogan li ber Girtîgeha Bakirkoy hatibû destpêkirin, dê ji hêla Halkevlerî ve bê dewr girtin.(16.00)

BI DÎMEN E

* Dê heyeta di bin serokatiya Wekîlê HDP'ê Hişyar Ozsoy de li TBMM'ê Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg û heyeta

pêre ziyaret bikin. (13.20)

*Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, dê li TBMM'ê bi Berdevka Bilind a YE'yê , Luîsa Mogherînî û komîserê

berpirsyariyê berfirehkirina YE'yê Johannes Hahn re hevdîtinê pêk bîne. (15.00)

JÎNGEHA KEDÊ

* Karkerên Tedî Depoyê, karkerên şaredariyên Avcilar û Bakirkoy ya CHP'î li hemberî ji kar avêtinê berxwedana xwe didomînin.

Karkerên di berxwedanê de ji ber nêzîkbûna cejnê bi gotina, "Cejn tûne, deyn bi deynê digirin" banga piştevaniyê kirin.

* Bulam bi titûna xweya pêçayî tê nasîn, ji ber şer karker jî xwediyên kar jî rojên zehmet dijîn. Xwediyê kar Huseyîn Demîrcî ji ber

erzanbûnê bi gazin e.



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN