ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN 2016-09-09 08:57:45 * Nivîskar Atîlla Dîrîm aşkera kir ku li dijî polîtîkayên tekparêz tenê kurd hene û piştrast kir ku heke karkerekî kurd bi benzînê bê şewitandin, ev hişmendiyeke komkujiyê wêdetir tu tişte nîne. * Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluke der barê nîqaşên "qayûma li ser şaredariyan" de axivî û destnîşan kir ku ev hewldana derveyî hiqûqê tu hikmê xwe li gel wan tune. * Parêzerên OHD’ê Ayşe Acanîklî û Ramazan Demîr piştî 5 mehan hatin berdan kiryarên OHAL’ê yên li girtîgehê vegotin. Demîr anî ziman ku piştî îlan kirina OHAL’ê tu kes bê îşkence neanîne girtîgehê û got ku îşkenceyên ji salên 90’î li ser girtiyan dihat kirin, îro jî heman pêkanîn di dewrê de ne. * Li Cizîrê piştî qedexeya 14'ê kanûna 2015'an bi sedan welatî hatin binçavkirin û girtin. Niha jî malbatên girtiyan bi şebekeya ku xwe weke dozger û parêzer nîşan didin rû bi rû ne. Ev şebekeya bi riya telefonê li gelek malbatên girtiyan digere û bi şertê berdana zarokên wan pere dixwazin. * Welatiyên tên serdana Berxwedêrên Çalakiya Greva Birçîbûnê, di “Lênûska Nîşeyên ji bo Gravê” hest û girêdana xwe ya bi Ocalan re dinivîsînin. * Doza 7 zarokên ku di qedexeya 11'ê kanûna 2015'an de li Kerboranê hatibûn girtin li Midyadê hat dîtin û dadgehê li 4 zarokan 92 sal ceza birî. Malbat û parêzerên zarokan bertek nîşanî biryara dadgehê dan û diyar kirin ku ew dê der barê biryarê de itiraz bikin. * Girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagâ ya Hejmar 1, piştgirî dan çalakgerên Berxwedana Greva Birçîbûnê. Girtiyan diyar kirin ku dikarin bi berxwedaneke bi biryar xwe bigihînin serkeftina azadiyê. * Li navçeya Geverê 500 mal ji nû ve hatin avakirin ji bo xebatên înşayê leztir bibe bang hat kirin ku di Cejna Qurbanê de qurbaniyên xwe ji bo gelê herêmê bibexşînin. * Hikûmeta AKP'ê bi gef û zordariyê biryarên KHK'ê dest datîne ser şaredariyên HDP û DBP'ê. Li dijî vê pêşa gaspê bertekên gel her ku diçe mezin dibe û aşkera dikin ku wan ev şaredarî bi dest xistiye dê teslîmê qayûmê nekin. * Endamê Hîndekariya Zanîngeha Mêrsînê Alk. Dr. Mustafa Kalay bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li Amedê ji bo Ocalan hatiye destpê kirin, diyar kir ku israra di tecrîdê de dê gengeşiya di mijara kurd de kûrtir bike. * Piştî Cerablusê Tirkiye dixwaze li Babê jî "Nifteyê teslîm bigire." Hat diyarkirin di pêşengtiya Tirkiyeyê de li Îdlibê bi El Nusra, DAIŞ û OSO'yê dê re hevkariyek bê kirin. Protokola Tirkiye bi çeteyan re dike, ji bo parastina xeta neqlê, bi dagirkeriya Cerablusê re vê yekê bi parastina Reqa-Deriya Reş re heta El Babê berdewam bike. * Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ji bo êrîşên li dijî wan pêk tên şermezar bikin, dê li ber Bloka C ya Edliyeya Bayrakli daxuyanî bidin çapemeniyê (12.00) BI DÎMEN E * Piştî hikûmetê diyar kir ku ew ê 11 hezar 285 kedkarên cemaweriyê ji peywîrê dûr bixin, Egîtîm Sena Îzmirê ji bo vê polîtîkaya hikûmetê şermezar bike, dê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî bide. (15.00) * "Nobeda Azadiyê" ya ji bo Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ozgur Gundemê Zana Kaya û Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya û nivîskar Necmiye Alpay û Asli Erdogan li ber Girtîgeha Bakirkoy hatibû destpêkirin, dê ji hêla Halkevlerî ve bê dewr girtin.(16.00) BI DÎMEN E * Dê heyeta di bin serokatiya Wekîlê HDP'ê Hişyar Ozsoy de li TBMM'ê Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg û heyeta pêre ziyaret bikin. (13.20) *Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, dê li TBMM'ê bi Berdevka Bilind a YE'yê , Luîsa Mogherînî û komîserê berpirsyariyê berfirehkirina YE'yê Johannes Hahn re hevdîtinê pêk bîne. (15.00) JÎNGEHA KEDÊ * Karkerên Tedî Depoyê, karkerên şaredariyên Avcilar û Bakirkoy ya CHP'î li hemberî ji kar avêtinê berxwedana xwe didomînin. Karkerên di berxwedanê de ji ber nêzîkbûna cejnê bi gotina, "Cejn tûne, deyn bi deynê digirin" banga piştevaniyê kirin. * Bulam bi titûna xweya pêçayî tê nasîn, ji ber şer karker jî xwediyên kar jî rojên zehmet dijîn. Xwediyê kar Huseyîn Demîrcî ji ber erzanbûnê bi gazin e.