Cîgirê Hevserokê HDP'ê Altinors binçav kirin

9 Îlon
08:17
2016
ENQERE (DÎHA) - Polîsan bi ser mala Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Alp Altinors de girt û binçavkirin.
Polîsan li Enqereyê bi ser mala Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Alp Altinors de girtin û bi hinceta beşdarî merasima Cenazeyê Zakîr Karabulut a 10'ê Cotmehê bûye binçav kirin. Altinors di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Tokatê de hat binçavkirin. Polîsan piştî şevê din nêzî 2 saetan li mala Altinors lêgerîn kir, Altinors binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Ehqereyê.
Hat zanîn ku dê Altinörs bibin Tokatê.
(mae)