Cîgirê Hevserokê HDP'ê Altinors binçav kirin 2016-09-09 08:17:43 ENQERE (DÎHA) - Polîsan bi ser mala Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Alp Altinors de girt û binçavkirin. Polîsan li Enqereyê bi ser mala Cigirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Alp Altinors de girtin û bi hinceta beşdarî merasima Cenazeyê Zakîr Karabulut a 10'ê Cotmehê bûye binçav kirin. Altinors di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Tokatê de hat binçavkirin. Polîsan piştî şevê din nêzî 2 saetan li mala Altinors lêgerîn kir, Altinors binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Ehqereyê. Hat zanîn ku dê Altinörs bibin Tokatê. (mae)