Li Çiyayê Cûdî operasyona leşkerî

8 Îlon
18:11
2016
ŞIRNEX (DÎHA) - Hêzên dewletê herêmên li Girê Çolya, Hesana yên Çiyayê Cûdî operasyona bejahî dest pê kir.
Li navçeya Silopiya Şirnexê hêzên dewletê li hermên Girê Çolya û Hesana yên girêdayî Çiyayê Cûdî operasyona bejahî dan destpêkirin. Her wiha piştî topbarana li hember Çiyayê Çûdî agir bi daristanan ket.
Hat hînbûn bi dehan leşker û wesayîtên ji navenda bajêr ber bi herêma operasyonê ve hatine sewqkirin.
Li herêmê operasyon hêj berdewam dike.
(kom/no/ms)