Li Çiyayê Cûdî operasyona leşkerî 2016-09-08 18:11:38 ŞIRNEX (DÎHA) - Hêzên dewletê herêmên li Girê Çolya, Hesana yên Çiyayê Cûdî operasyona bejahî dest pê kir. Li navçeya Silopiya Şirnexê hêzên dewletê li hermên Girê Çolya û Hesana yên girêdayî Çiyayê Cûdî operasyona bejahî dan destpêkirin. Her wiha piştî topbarana li hember Çiyayê Çûdî agir bi daristanan ket. Hat hînbûn bi dehan leşker û wesayîtên ji navenda bajêr ber bi herêma operasyonê ve hatine sewqkirin. Li herêmê operasyon hêj berdewam dike. (kom/no/ms)