Hevşaredarê Hênê hat binçavkirin

8 Îlon
16:45
2016
AMED (DîHA) - Hevşaredarê navçeya Hênê ya Amedê Abdurrahman Zorlu hat binçavkirin.
Polîsan bi ser mala Hevşaredarê navçeya Hênê yê Amedê Abdurrahman Zorlu de girt û ew binçavkirin. Hate diyar kirin ku Zorluyê hat binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a navçeya Hênê tê rawestandin. Nehat zanîn ku Zorlu ji ber çi hatiye binçavkirin.
(ot)