Hevşaredarê Hênê hat binçavkirin 2016-09-08 16:45:43 AMED (DîHA) - Hevşaredarê navçeya Hênê ya Amedê Abdurrahman Zorlu hat binçavkirin. Polîsan bi ser mala Hevşaredarê navçeya Hênê yê Amedê Abdurrahman Zorlu de girt û ew binçavkirin. Hate diyar kirin ku Zorluyê hat binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a navçeya Hênê tê rawestandin. Nehat zanîn ku Zorlu ji ber çi hatiye binçavkirin. (ot)