Cenazeyê endama YJA-Star'ê Malgoz li Cizîrê hat definkirin

8 Îlon
14:12
2016
ŞIRNEX (DÎHA) - Cenazeyê endama YJA-Star'ê Zahîde Malgoz (Sorxwîn Kiçî) li Cizîrê hat definkirin.
Cenazeyê endama YJA-Star'ê Zahîde Malgoz (Sorxwîn Kiçî) a ku li gel endamên HPG'ê Ferhat Kirmizgul (Avareş Zagros) û Bunyamîn Kiliç (Baran Serhed Mirza) di şerê 2’yê îlonê di navbera leşkerên tirk û gerîlayên HPG'ê li Çiyayê Cûdî qewimî de jiyana xwe ji dest dabû.
Cenazeyê Malgoz piştî karê otopsiyê ji aliyê malbatê ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat wergirtin û li goristana taxa Yafesê ya Cizîrê hat definkirin.
Hat hînbûn ku cezeyê gerîlayên HPG’ê Kirmizigul û Kiliç li Nexweşxaneya Dewletê a Şirnexê tên ravestandin.
(kom/no/ot)