Cenazeyê endama YJA-Star'ê Malgoz li Cizîrê hat definkirin 2016-09-08 14:12:23 ŞIRNEX (DÎHA) - Cenazeyê endama YJA-Star'ê Zahîde Malgoz (Sorxwîn Kiçî) li Cizîrê hat definkirin. Cenazeyê endama YJA-Star'ê Zahîde Malgoz (Sorxwîn Kiçî) a ku li gel endamên HPG'ê Ferhat Kirmizgul (Avareş Zagros) û Bunyamîn Kiliç (Baran Serhed Mirza) di şerê 2’yê îlonê di navbera leşkerên tirk û gerîlayên HPG'ê li Çiyayê Cûdî qewimî de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Malgoz piştî karê otopsiyê ji aliyê malbatê ve ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat wergirtin û li goristana taxa Yafesê ya Cizîrê hat definkirin. Hat hînbûn ku cezeyê gerîlayên HPG’ê Kirmizigul û Kiliç li Nexweşxaneya Dewletê a Şirnexê tên ravestandin. (kom/no/ot)